Heşdî Şeebî dê entegreyê nava hikûmetê be

Hikûmeta Iraqê, ji bo entegrekirina hêzên Heşdî Şeebî nava saziyên ewlehiyê de, dest bi xebatê kir.

Hikûmeta Iraqê ji bo çekan di bin kontrola dewletê de bigire û hêzên Heşdî Şeebî entegreyê nava saziyên ewlekariyê bike, dest bi xebatan kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî ji bo vê plana ewlehiyê pişta xwe bi piştgiriya siyasî û olî bi taybetî bi ‘Muqteda Sedir’ û Merciiyê Bilind ê Olî ‘Elî Sîstanî’ ve girêdaye. 

 Di vê çarçoveyê de, Muqteda Sedir pêşniyar kiriye ku komên Heşdî Şeebî di nav saziyên xizmetguzarî û xwebexş de bên bicikirin. Ev yek ji bo parastina Iraqê ji cezayên aborî û her metesiyeke derve ku ji ber hebûna çekên li derveyî desthilata dewletê derdikeve tê dîtin.

Lê komên wek ‘Nuceba’ û ‘Ketîbeyên Hizbullah’ bi tundî li dijî van pêngavan derdikevin û komkirina çekan wekî ‘xeta sor’ dibînin. Di beramber de, hikûmet ji bo kêmkirina rageşiyê û ceribandina bertekên kolana Şîe, fikra ‘avakirin an damezrandina Wezareta Ewlehiya Federal’ pêşkêş kiriye ku bertekên destpêkê di nav endamên Heşdî Şeebî de nîşaneyên erênî dane xuyakirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Sebah Numan, ragihand ku komkirina çekan ‘stratejiyeke ewlehiyê ya neçarî ye’ û ne tenê dirûşmeyeke siyasî ye.

Sebah Numan hişyarî da ku her kesê destê wî di êrîşên li ser Erebistana Siûdî û Îmaratê de hebe, wekî binpêkirina ewlehiya neteweyî tê hesibandin û dê rûbirûyî lêpirsîna qanûnî ya tund bibe.

Tê payîn gavên pratîkî yên komkirina çekan û tevlîkirina çekdarên Heşdî Şeebî di nav saziyên ewlehiyê de di destpêka meha Hezîrana îsal de destpê bikin.